Şoreşgeran bi êrîşeke jinişkave bi dehan serbazên milişiyên Hizbillah li gir û bilindahiyên bajarokê Filêta li Qelemon birîndar û kuştî xistin. Ne dûr ji vê êrîşê teqînek dijwar taxa Qabûn li Şamê hejand, dûv re pevçûnin di navbera Artêşa Azad û hêzên Esed çêbûn, di heman demê de hêzên Esed êrîşeke dijwar bi ser bajarokên Gundewarên Şamê de pêk anîn, mîna Zebdîn ku para wê du sarûxên zemîn – zemîn bûn, û ya Zebedanê û Tîba Rojava bumbeyên tankan bûn .
Razgirê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî yekkirina hêzên şoreşgeran li Qelemûnê wisa binav kiribû:” Gaveke hişyar e, û dikare jiserxweçûna Esed bo çareseriya siyasî bitewîne, nemaze ku rastbîna rûdanên li Sûriyê dane zanîn ku hêza li ser erdê ew e ya xurtirîn bamdorê li danustendinên çareseriya siyasî dike”.
Herîrî dît ji bilî damezirandina Artêşa Yekem Li Der`a ew mîna ” Binyadeke rasteqîn e bo sazîkirina karê leşkerî li Sûryayê, û giringtirîn nişan e ji serkeftina şoreşgeran re di veguheztina yekîne û alayên leşkerî ji rewşa wendabûn û belavbûnê ber bi qonaxa rêxistin, kevalkirin, û sazîkirina leşkerî “.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Herîrî ev gav pîroz kirin û got:” Ew ji bo rawestandina xwîna millet e, û gaveke ber Şamê ve ye”. Û destnîşan kir: ” Çi xemsarî îroj di yekkirina hêzan de tê wateya ku em di kuştina Sûriyan de beşdar in “.
Jêder: Hevbendî