Şoreşgeran karîn dorpêçkirina rêxistina DAÎŞ û ya milisên PYD’ê li ser bajarê Mar’h li bakurê Helebê têkbişkînin, piştî derxistina sê gundan ji destê DAÎŞ’ê.
Hin çalakvanan diyar kirin ku şoreşgeran duhî roja çarşemê, karîn gundên “kilcirîn” û “Sindêf” û “kefr kilbîn” kontrol bikin.
Herwiha wan çalakvanan gotin ku têkşikandina dorpêçkirina li ser bajarê navborî hat piştî çend demjimêran ji ragihandina şoreşgerên bajêr tevlîbûna xwe di yek laşê leşkerî de, bi navê “lîwayê Elmû’tesim Billah”.
Hêjayê gotinê ye ku hêjî bajar ji aliyê rojhilat ve ji aliyê DAÎŞ ve û ji aliyê rojava ji aliyê hêzên ” Sûriya demokratîk” dorpêçkirî ye.
Jêder: Anadol