Serpereştê alayên “Şoreşgerên Kurd” “Ebû Meryem Elkurdî” doh yekşembê tekez kir ko “Partiya Yekîtiya Dîmuqratî” (PYD) heman awayê rêjîma Esed bikar tînin, sivîlan bombebaran dikin û ji wan re dibêjin Çekdar we bombebaran dikin.
Alayên Şoreşgerên Kurd di daxuyaniyeke xwe de, endamên Milîştanên PYD bi bombebarana Sivîlan li Gundê Cilme li Gundewarê Helebê tawanbar kirin, da xelkê têxin gumana ko Şoreşger wan bombebaran dikin, li gora deqa daxuyaniyê piştî ko wan endaman êrîşî bargehên alayên leşkerî kirin.
Ebû Meryem got: “PYD bi mebest şer bi alayên nêzîkî Efrînê re dike, her ko xelk ji pey vedikêşin, bi amanca xelkê bike alîgirên xwe”, tekez kir ko ji rewişta PYD ye di çi şerî de bi Alayên Şoreşger re Sivîlan amanc dikin û Şoreşgeran tawanbar dikin, heman awayê Esed di bombebarana sivîlan de bikar tînin, hem got Milîtanên PYD yên ko palpiştên Esed in heman awayê wî di geleciyê de bikar tînin.
Her wiha serokê Tirkiyê Receb Teyid Erdogan hişyarî da ji hebûna pirojeyekî metirsîdar ku wê li bakurê Sûriyê cîbicî dibe, ew jî di gotina ko li Istanbulê berî du rojan da, Erdogan aliyên navdewletî yên ko piştgiriya milîtanên PYD bi behaneya şerê rêkxistina Daiş ya tirorist dikin, rexne kir.
Tê zanîn ko damezirandina alayên Şoreşgerên Kurd li gundewarê herêma Efrînê roja duşembê 30.Gulana buhurî hate ragihandin, da beraberiya Rêjîma Esed û milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat bi hev re bikin. Her wiha li gora daxuyaniya wan, ji amancên damezirana nû, yekîtiya Sûriyê biparêzin û berevaniyê di ber miletê Sûrî bi giştî û di ber Kurdan de bi taybetî bikin.
Jêder: Hevbendî+Simart+Acans