Alayên Artêşa Azad du Tangên Hêzên Esed li Taxa Cober li Şamê têk birin û yek jikar xistin û hemû leşkerên ko di wan de kuştin, tevli avahiya ko Hêzên Esed tê de bûn wêran kirin, ewê hişt ko gelek birîndar û kuştî bikevin. Firas Elemddîn Berdevkê Ragihandinê yê li Xûta Rojhilat yê “Yekîtiya Islamî ya Cind Elşam” got: Sibeha Şemiyê hêzên Rêjîmê Xaza Kilor di bombebarandina li ser Cobera Şamê bikar anî.
Elemddîn da xuyakirin ko Şervanên Yekîtiya Islamî destê xwe danîn ser cîgehên Hêzên Esed li Taxa Cober, ji aliyê Tîba ve û Hêzên Esed bi bombeyên Xaza Kilor li Şervanan vegerand, di encamê de 10 birîndar bûn diyardeyên bihnçûnê li wan xuyanî bûn. Herweha Hêzên Esed Tax bi du mûşekên zemînî amanc kir, di heman çaxî de jî bombebarandina topan ji Çiyayê Qasiyûn û bi Tang û Hawinan jî digel şerê navbera Artêşa Azad û Hêzên Esed de çê bû.
Li Qelemûn jî alayên Şoreşger êrîş dane ser cîgehên ko Çeteyên Hizbullah tê de ne li Cirûdên Filîta di encamê de 15 tirorist bi kêmanî ji wan û Hêzên Esed kuştin û bi dehan jî birîndar kirin. Piştî êrîşê, Şoreşgeran dest danîn ser navenda Elmesreb li Qelemûnê û yên mayî ji Çeteyên Hizbullahê reviyan.
Jêder: Hevbendî+Simart