Rewşa niştecihên bajarê Dêra Zorê têk çûye, ji encama êrîşeke nû ya rêkxistina Daiş li ser taxên dorpêçkirî û birrîna berdewam ya kehrebê û avê di dema bahoza berfê li herêmê çênebûye.
Nivîsgeha Netewên Yekbûyî ya hevrêzkariya karûbarên mirovî “Otaşa”, di raporteke xwe de got: li dora 100hezar kesî ji gihaştina berdewamî ya xwarin û dermanan bêpar in. û bêtir got ku 19 sivîl şehîd ketin û bi kêmanî 44ên din birîndar bûne, ji encama bombebarana Rêkxistina Daiş di dema navbera 15 çilê paşî heta 23 ji heman mehê.
Raportê destnîşan kir ko niştecih guhdana bijîşkî ya tê xwestin nabînin, û diyar kir ko li dora 42 sivîlên nexweş hewcedarî guhastina derveyî parêzgehê ne, hem jî 44ên din hewcedarî guhdana taybet in. Pirograma Xwarinê ya Cîhanî ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, doh sêşmbê, got ko wê dîsa xwarinê ji jor ve bavêjin ji bo alîkariya 93500 Sûrî yên bajarê Dêra Zorê bikin.
Operasiyona avêtina alîkariyan ji asman ji 15 çilê paşî ve hatibû rawestandin, piştî ko tundrewên Daişê bajar kiribûn du beş, û herêma ko alîkarî lê dadiketin têwerdan kiribûn, û 177 operasiyonên avêtinê ji nîsana sala derbasbûyî de lê çêbûne.
Bêtya Loşer berdevka pirogramê got ku herêmeke avêtina alîkariyan ya nû nuha tê bikaranîn, û daxistina xwarinê ji asman ve di 29.01.2017an de dîsa vegeriya, bi hisabê du operasiyonan heta nuha û peyakirin bi giraniya 3340 ton ji xwarinê û alîkariyên mirovî yên din ji nîsanê ve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans