Hevrêzkariya Istenbolê yaTevgera Çaksazî ya Kurd – Sûriya, îro 3 temûza 2016, bi amadebûna hevrêzkarê giştî birêz Fêsel Yûsif , û endamê ofîsa siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê birêz Hewas Egîd, civîna xwe ya normal li dar xist.
Civînê giringtirîn pêşhatên li ser asta Sûriyê bi giştî, û guhrtinên siyasî di vê qonaxa giring ji dîroka welat gotûbêj kirin, her weha civînê behsa rewşa deverên Kurdî û derdeseriyên gel li wan herêman, ji encama diruma aborî ya xerab û dorpêça hatiye sepandin li dor deverên kurdî ji hêla Rêjîmê û rêxistinên terorîst ve kir.
Û mijara damezirandina Platforma Çaksazî Ya Gotûbêjên Niştimanî, beşek giring ji pirogramê karê civînê bû, û hat tekezkirin ku çêkirina vê Platformê ji bo bibe cihê danûstandinên Sûrî-Sûrî hewcedariyek niştimanî ya pêwîst e, ji bo belavkirina çanda pejirandina nerînên cuda dema ew nerîn têkevin bercewendiya welat de, û ew Platform bibe cihek ji bo pêşkêşkirina nerînên ku wêneyê Sûriya siberojê ya cihê hêviya gelê wê ye diyar bike, çi di warê siyasî yan aborî yan civakî de be, bi taybetî ji bo ev Platform beşdariyê bike di nehêlana ew dûrîhevxistina ku rêjîma stemkar di nav pêkhateyên gelê Sûriyê de çêkiriye.
Jêder: Hevbendî