Ofîsa Cîbecîkar ya Tevgera Çaksazî Ya Kurd, girtina endamê hevrêzkariya giştî ya Tevgerê û nûnerê Encumana Niştimanî Ya Kurd di Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Hewas Xelîl, û Ced´an Alî endamê hevrêzkariya giştî ya Tevgerê û nûnerê Tevgera Çaksazî li Herêma Kurdistanê, ji hêla asayişa PYD ve şermezar kir.
Û Tevgerê ev karên tekrewî ji hêla rêvebiriya PYD ve der mafê siyasetmedaran, ji serkirde û çalakvanên Encumana Niştimanî Ya Kurd, pirotesto kirin, û daxwaz ji hemî alî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dengê xwe dijî van kiryaran bilind bikin, û van kiryaran rawestînin û Ced´dan Alî û Hewas Xelîl û hemî girtiyên Encumanê zû berdin.
Tê zanîn ku Asayişa ser bi PYD ve, birêz Ced´an Alî roja yekşemê êvarî 27/11/2016 girt, dema li serdanekê li gundê Şêx Brahîm yê bi ser Dêrikê ve bû.
Û di 28/11/2016 êvarî, heman asayişê birêz Hewas Xelîl li mala wî li bajarê Girkê Legê girtin, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Hêjaye gotinê ku herdû endamên Hevrêzkariya Giştî ya Tevgera Çaksazî Ya Kurd-Sûriya, Ced´an Alî û Hewas Xelîl , hatibûn ji bo beşdariyê di civîna sêyem ya desteya giştî ya Tevgerê de bikin.
Jêder:Hevbendî