Tevgereke jinan li Sûriyê di dawiya kongirê xwe yê damezirandinê de ji Parîsê daxwaz kir ko guherîneke bingehîn di rêjîma Sûrî ya zordar de çêbibe, û ber bi dewleteke dîmuqratî û pirealî ya nûjen ve biçe, û pabendî bi çareseriya siyasî li Sûriyê bibe.
Tevgerê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ko divê guherîna bingehîn a rêjîmê li gor çareseriyên daxuyaniya Cinêvê ya 2012 û biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2118 sala 2913ê, û biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 sala 2015, û biriyarên têkildar bi rewşa Sûriyê ve, û biryara 1325 ya sala 2000an be.
Tevger di daxuyaniya xwe ya duh de dibîne ko sizadan û dadweriya veguhêz li Sûriyê parek ji veguhasrtina siyasî ye, û jê cuda nabe, ji bo aştiya giştî ya dadwer û berdewam misoger bibe, û kesê destê wî bi xwîna miletê Sûrî bûye divê ji dadgehan re bêne pêşkêşkirin.
Tevgerê daxwaz kir ko divê dosyayên mirovî û yên siyasî ji pêşindeyên karê tevgerê bin, û di ser danustandinan re bin, û parastina sivîlan ji hemû coreyên tundûtûjiyê, û girtî bêne berdan, û çarenivîsa kesên bi kotekî hatine veşartin diyar bibe.
Tevgerê behsa mijara rakirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî û yên ku gihiştina wan bi zehmetî ye kir, û her weha derbaskirina alîkariyan bê merc û astengkirin û vegereke aram û birûmet ji derbider û penaberan re dabîn bibe.
Tevgerê di nav herdeh pirinsîbên xwe de tekez kir ko eger Beşar Elesed û zilamên wî dest ji Sûriyê bernedin û çareseriyeke ko mafên hemû hevwelatiyan dabîn bike pêk neyê, azadî û dadwerî nayên bidestxistin.
Û got ku divê qonaxa veguhêz bête birêvebirin li gor piransîbên ku yekîtiya xak û gelê Sûriyê û serwerî û serxwebûna wê biparêzin, her weha divê yasa di ser her tîştî re be, û desthilatî ji hev cuda bin, û desthilatdarî bi rengekî demoqratîk bête radestkirin û mafê mirovan û wekhevî parastî bin.
Tevgera jinên Sûriyê tevgereke jinan ya rikber û serbixwe ye, ji jinên çalakvan û siyasetmedarên Sûriyê pêk hatiye, ewên ko têkoşîn li dijî rêjîma Beşar Elesed kirine, û daxwaza azadî û dadwerî û rûmetê ji hemû hevwelatiyên Sûriyê re dikin, û berevaniyê di ber mafê jinan û nûnerîtiya wan de li tevaya Sûriyê dikin.
Duh kongirê damezirandina tevgera siyasî ya jinên Sûriyê li Parîsê bidawî bû, û tevger dê bizavê bike ji bo avakirina dewleteke dîmuqrat û piralî li ser bingeha wekheviya hevwelatîbûnê bê cudahî di navbera hevwelatiyên wê de ji aliyê regez, kok, ol , mezheb an herêmê ve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî