Li bajarokê Sifeya yê bi ser bajarê Hesekê ve , roja Pêncşemê 28-2-2019 piştî nîvro, welatiyek hate kuştin bê ku sedemên wê bûyerê bên naskirin.
Nişteciyên Sifeya ji peyamnêrê malpera Hevbendiyê re diyar kirin ku girûpek nenas ajokerê otombîla ji cûreya Honday gulbaran kirin û ew kuştin û reviyan.
Tawanên bi vî şêweyî û ji hêla girûp û kesên nenas li parêzgeha Hesekê li gor zaniyariyên peyamnêrê me zêde bûne, û piraniya wan tewanan wek kirar-nediyar tên tomarkirin.
Peyamnêrê me ragihand ku di heyva bûrî de du tawanên ku li dijî nenasan hatin tomarkirin li bajarê Qamişlo rûdan.
Li ser vê babetê parêzer Ridwan Hemo ji malpera me re diyar kir ku dezgeha Esayişan ya bi ser PYD ve, ne di wê astê de ye ku hûrgiliyên tawanan nas bike û kujeran aşker bike, ji ber ku rêjeya mezin ji wan ne pispor in, û ne derçûyên peymangeh û zanîngehan in.
Hemo di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji layekî din ve ew kesên kujer kesên xwedan hêzin di nava PYD de û yan ji hêzên ewlehiya rêjîmê piştgiriya wan dikin, û ji wan kesan re tê gotin ( kesên di ser yasa û zagonan re).
Tê zanîn ku qonax bi qonax rewşa aramiyê li deverê têkdiçe, û tirsa welatiyan ji van bûyeran zêde dibe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê