Ebdella Teşfetçî Qaymeqamê bajarokê Sirûca Tirkî ku li ser sînorê Sûryayê ye got, hejmara kemyonên alîkariyên mirovahî ji welatê wî ku ber bi Kobanî ve hatin şandin gihiştin1602 kemyonî, ji bilî berdewamiya Tirkiyayê di hêwirandina penaberan de.
Teşfetçî ji Ajansa Enadolê re got welatê wî mêvandariya xelkên Kobanî bi awayek giştî dike, û guh dide şandina alîkariya ji bo kesên li paş sînoran û hewcedar re.
Û diyar kir ku deriyê sînorî di navbera bajarokê Sirûca Kobanî de (Mirşid pînar), li ser dirêjahiya du salan bo veguhestina keresteyên hawarçûnê û birîndaran bikar dihat, û alîkarî di peydakirina hemû pêdiviyên mirovahî ji bo Kobanî kir, 815 kemyonên alîkariyê berî destpêka şer hatin şandin, herweha di wê demê de pêşkêşkirina alîkariyan berdewam bû, ji bilî pêşkêşkirina derman ji nexweşan re.
Qaymaqam destnîşan kir ku derî roleke mezin mîna xalek derbasbûna hêzên Pêşmerge û Artêşa Sûrî a Azad bo bajar list, bal kişand ku ew alîkariyê bi kurdên dixwazin vegerin welatê xwe re dikin.
Jêder: Ajansa Enadolê a Nûçeyan