Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2018 heta niha, bi kêmanî kuştina 542 kesî di bin îşkenceyê de di girtîgehên Esed de belge kiriye. Û dîtiye ku berdewamiya îşkenceyê her ji sala 2011’an ve, belge ye li ser tundutîjî û şîdeta sîstematîk û destdirêjiya li hemberî kesên binçavkirî.
Tora Sûrî di raportekê de got ku ji aliyê hêzên Esed 542 kes, di nav de zarokek û xanimek di bin îşkencê de hatin kuştin, û di meha tîrmehê de hejmara qurbaniyên îşkencê bi awayekî çavnerêkirî bilind bû, ku ji aliyê rejîmê lîsteyên navên şehîdan li ser navendên nifûsan bêyî diyarkirina sedema mirinê û destnîşxnkirina cihê mirinê hatin belavkirin.
Û raporê pal daye ser daxuyaniyên kesukarên qurbaniyan, yên ku zanyariyan li ser mirovên xwe di riya bertîlan re bidest dixin.
Raporê tekezî li ser zehmetiya bidestxistina belgeyên rasteqîn derbarê vê pêvajoyê kir, û got ku ev pêvajo her û her tê hûrbînkirin û şopandin, bi wateya ku her tişta hatî di vê raporê de di rastiya xwe de û di pratîkê de dimîne ya herî kêm ji kiryarên li ser erdê dibin, ku lîsteyên mirinê bi navên bi hezarên binçavkiriyan li ser navendên qeydên medenî hatin belavkirin, ku hin ji wan çi agahdarî berî niha li ser wan nehatibûn dayîn.
Û belavkirina van lîsteyan hişt hêrseke mezin di nav gel de peyda bibe, û daxwaza naskirina rastiya tişta di girtîgehên rêjîmê de çêdibin kirin. Û xwepêşandanek li bajarê Dabiq li helebê bi beşdariya nêzî 50 kesî derket, bi bilindkirin tabloyên li ser wan nivîsandibûn: ” Kuştinê di girtîgehên mirinê de rawestînin ” û “Kanî mirovayetî, hey dewletên bang bi mirovahiyê dikin” û “Girtiyan berdin .. kanî yasa navnetewî.”
Û hevrêza Stenbolê û Komeleya binçavkiriyan û bêseruşûnên girtîgeha Seydnaya, bang ji bo lidarxistina xwenîşandanekê li roja Înê li kolana Îstîklalê li bajarê Stenbolê kir, ji bo şermezarkirina tawanên bi destê rejîma Esad di girtîgehan de dibin, û bang bi navê “Roja hêrsê ji bo qurbaniyên di girtîgehên de Esed” hat, ji bo gihandina dengê girtiyên di girtîgehan de, û hewldanên livandina civaka navnetewî ji bo dadgehkirina rayedarên berpirsiyar.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê