Tora Sûrî ya Mafê Mirov, duhî raportek li jêr navê “Jinna Sûrî,nîvê civaka wêrankirî ye” derxist, û têde kuştina 24.746 jinên Sûriyê her ji destpêka şoreşê de adara 2011an û heta heyva çiriya paşiya îsal dîkoment kiriye.
Raportê bal kişandiye ku ji wan jinan 13.344 gihayî ne, û 11.402 zarok in, û bal kişandiye ku bi rêjeya 84.53%, anku 20.919 li ser destê hêzên rijêma Esed hatine kuştin, û 310 ji wan hatine xenqandin.
Tora navhatî di vê raporta xwe de ya bi helkefta roja cîhanê ya ji bo jinavbirina tundutîjiya li dijî Jinê derket, daye zanîn ku 988 jin li ser destê hêzên Rûsiya hatine kuştin, û 612 li ser destê hêzên Hevpeymaniya navdewletî.
Û raportê diyar kiriye ku nêzîkî 573 jinan ser destê rêxistina DAIŞê û 74ên din li ser destê hin aliyên nêzîkî Elqai’dê hatine kuştin, di dema ku nêzîkî 899 jin li ser destê hêzên tundrew yên radîkal hatine kuştin, û 556 jin li ser destê hin aliyên karîger hatine kuştin, û 136 ligor raportê li ser destê milîsên PYD’ê hatine kuştin.
Û ligor heman raportê girtina nêzîkî 6.736 jinan di girtîgehên Esed de dîkoment kiriye, ku 41 jin bi sedema eşkecedan û lêdanê hatine kuştin, û girtina 337 jinan û eşkencedana 13 jinan heta mirinê li ser destê rêxistina DAIŞê, tevî girtina 257 jinan ji aliyê PYDê ve û mirina 2an ji wan, û girtina 65 jinan ji aliyê girûpa Tehrîr Elşam ve, û girtina 894 jinên din ji aliyê hin hêzên din.
Raportê diyar kiriye ku destdirêjiya siksî ji aliyê hêzên Rijêmê ve li dijî jinê wek şêwazek ji şêwazên şer û wek çekekî stratîjîk bi awayekî bimebest û pêrewkirî hatiye bikaranîn, ji bo tirsandin û têkşikandina vîna gelê Sûriyê.
Tora navhatî di dawiya raoprta xwe de daxwaza serbestdana bilez ji hemû jinên girtî re yên bi destê sercem aliyên li Sûriyê û nemaze yên rijêma Esed kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî