Raporta Tora Sûriya ya mafên mirov, ya li jêr navê ” çekê neftê di Sûriya de” derxistiye ,têde bi xurtî balkişandiye li ser kontrola rêxistina DAIŞ ji piraniya kêlgehên nefta Sûriyê , ku dibe rêxweşkirinek bo piştgiriya darayî bo kiryarên rêxistinê yên leşkerî, ji boyî sepandina kontrola xwe li ser gelek navçeyên sûriyê û pirkirina encamdana kiryarên terorî”. Di pêşgotina raportê de amaje hatiye kirin ku: ” çend karbidestên veqetayî ji rêjîmê ji tora mafê mirov re tekez kirine ku beşê mezin ji dahata petrolê ji bal rêjîma Esed dihat dizîn û nediket di budca giştî ya dewletê de”. herwiha di heman raportê de hatiye ku rêxistina DAIŞ, li Derazorê 9 kêlgehên neftê kontrol dike û girnigtirîn kêlgeh ji wan, Elomer û Eltenk in yên ku mezintirîn kêlgehên nefta Sûriyê ne, û herwiha; kêlgehên parêzgeha Hesekê li navçeya Şedadê û Cibisa û Hol û kêlgehên nêzîkî Mergeda û Tişrîn û kebîba yên li başûrê Hesekê û hin xalên biçûk li parêzgeha Reqayê kontrol dike. Li aliyekî din tevahiya kêlgehên Rimêlan li bakurê rojhilatê Sûriya yê dikevin li jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel YPG, ku ji 1322 bîrên neftê pêk tên.
(jêder: Tora Sûriya ya mafên mirov)