Duhî di daxuyanitekê de, Tora Mafên Mirovan ya Sûrîyê bang li Encûmena Ewlekariya Netewên Yekgirtî kir ji bo sepandina sizayên tund li ser rejîma Esed, û torê rêjîm û hevalbendên wê bi pêkanîna tewanan li dijî gelê Sûriyê her ji destpêka şoreşê ve gunehbar kirin.
Tora mafên mirovan di raporta xwe de got ku welatiyên Sûriyê li salên borî rastî cureyên cuda yên binpêkirinan ji aliyê rejîmê hatine, her ji operasyonên kuştinên dervî yasayê, îşkence û bêserûşûnkirin û heta gihişt bikaranîna çekên kîmyayî li dijî wan, û beşeka mezin ji van binpêkirinan gihiştin asta tawanên dijemirov û tawanên şer.
Û torê kuştina 198,532 sivîlî, di nav de 22,523 zarok, 11,732 jin, û 657 karmendên pizîşkî, 158 karmendên parastina sivîl, 544 rojnamevanên medyayî û tevî kuştina nêzîkî 140,000 kesan di bin îşkenceyê de bi belge kiriye.
Li gorî raportê ku 127,916 kes, 3,469 zarok û 7727 keç û 7721 jin jî, hîn jî di zindanên Esed de ne, û diyar kir ku herî kêmî 82,000 bêserûşûn hene.
Di raportê de hatiye ku herî kêm 216 êrîş bi çekên kîmyayî û 217 êrîşên bi bombeyên çandî û 19 êrîş bi napalim li ser deverên niştecîhan ji aliyê hêzên rejîma Esed ve hatine pêkanîn.
Raportê ragihand ku ji aliyê balafirên rejîmê herî kêm 77146 bermîlên teqîner hatine avêtin, û nêzîkî 14.2 milyon ji ber êrîşên Rûsya û Îranê ji cih û warên xwe koçber û derbider bûne.
Herwiha Tora mafên mirovan dît ku Konseya Ewlekariyê ya NY bi temamî li Sûriyê di erkê xwe de têk çû, ku bû sedem ku hejmarek ji welatên cîhanê bi berpirsyariya xwe ranebin di sizakirina rejîmê li ser tawanên wê yên hovane.
Tê zanîn ku di nava welan de Amerîka û Yekîtiya Ewropî û hin dewletên din dest bi sizakirina rêjîma Esed kir, bi rêya cezayên aborî û siyasî li dijî rejîmê ji bo ku fişaran lê bikin ji bo guherandina reftara xwe, û erêkirina rêya çareseriya siyasî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî