Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku milîsên “PYD”, kiryarên girtin û revandinê her ji destpêka îsal ve zêde kirine, û bal kişand ser pêkanîn kiryarên berfireh ên girtin û binçavkirinê ji aliyê wan milîsan li parêzgehên Reqa û Hesekê.
Torê, duhî roja duşemê di raporteke nû de got ku herî kêm 107 kes di nav wan de 4 zarok û 6 jin ji aliyê çekdarên “PYD” her ji destpêka çileya 2019’an ve hatine girtin, û niha 52 kes ji wan bêseruşûn in.
Raportê diyar kiriye ku kiryarên binçavkirinê li dijî derbederên li navçeyên di destê wan milîsan de bi behaneyên cuda hatine pêkanîn, mîna ew mirovên çeteyên DAIŞê ne, yan jî ligel Komên çekdar yên rikber in.
Raportê bal kişand ku kiryarên binçavkirinê li dijî beşdarên xwepêşandanên li dijî milîsên PYD û li dijî hinek rihspiyên eşîran hatine pêkanîn, ji ber redkirina piştgiriya biryarên wan yên têkildar bi leşkeriya neçarî yan jî redkirina xwepêşxndznên li dijî wan, û diyar kir ku hin mamoste jî hatine binçavkirin ji ber redkirina rêbaz û şêwazên wan ên fêrkirinê.
Di raportê de çar bûyerên leşkerkirina zarokên jiyê wan di navbera 13-17 salan de hatiye dokumentkirin, ku ji aliyê milîsên “PYD” hatine revandin, û PYDê red kiriye ti agahiyan derbarê wan bide, û tenê ji wan re gotine, zarokên we bo navendên rahênanê hatine rêkirin.
Ji aliyê milîsên “PYD” ve, binpêkirinên cuda li dijî welatiyên sivîl, di nav de Kuştin, revandin û şewitandina malan û koçberkirin hatine pêkanîn, û ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve ev yek hatiye dîtin bi operasyonên guhertina demografîk ya dikeve di çarçoveya tawanên şer û dijemirov de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî