Tora Sûrî ya mafên mirov duhî raportek belav kir û têde kuştina 107 sivîlan di 72 demjimêrên piştî agirbesta ku bi biryarek navdewletî hat daxwazkirin roja şembiya borî dîkomînt kiriye.
Raportê gotiye ku 83 sivîl bi destê hêzên Bişar Esed hatine kuştin, ji wan 18 zarok û 13 jin bûn, û 16 sivîl ji wan 10 zarok û 4 jin ji aliyê hêzên hevpemaniyê (ya bi serkêşiya Amerîka) hatine kuştin, û 4 sivîl bi destê DAIŞ’ê hatine kuştin û du zarok û jinek bi destê hin aliyên din hatine kuştin ku navên wan di raportê de nehatiye nivîsandin.
Di raportê de hatiye ku binpêkirinên herî diyar ji biryara 2401 re di navbera 24- 27 reşemehê de ketine, û bal kişandiye ku du êrîş li ser navendên zindî ji aliyê hêzên Rijêmê ve çbûne, yek ji wan li ser mizgeftekê û ya din li ser bazargeheke gelêrî.
Û di raportê de bombebarankirina 47 bermîlên teqîner ji aliyê hilîkoterên Rijêmê ve hatine belgekirin ku 43 ji wan li ser parêzgeha gundewarê Şamê hatine avêtin û 4 li ser parêzgeha Hemayê.
Û di raportê de hatiye ku niha nekêmtir ji 1350 birîndar li Xûta Şamê ya rojhilat dijîn, û pêwistiya nêzîkî 670 ji wan bi çareseriya pizîşkî ya taybet heye, û pêwîstiya 270 birîndarî bi dest û lingên pêşesazî heye bi sedema zêdebûna rewşên birîn û jêkirina dest û lingên birîndaran”.
Herwiha ku tora navhatî roja yekşemê raportek belav kiribû û têde gotibû ku hejmara qurbaniyên Xûta rojhilat her ji destpêka şoreşa Sûriyê di adara 2011’an de heta 24ê reşemeha îsal gihiştiye 13 hezar şehîdî.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku Rijêm û Rûsiya berdewam in li ser kiryarên qirkirinê li Xûta rojhilat, û bal kişandibû ku oparesyonên leşkerî nehatine rawestandin, û da zanîn ku serokê encûmena xwecihiya bajarokê Elşîfoniyê “Mihemed Camûs” û du endamên encûmenê di komkujiyekê de hatin kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku ji aliyê Konseya Ewlekariya Navdewletî biryara agirbesteke 30 rojî hatibû standin, lê Rûsiya roja duşemê ji aliyê xwe ve pêşniyarek bi agirbesteke rojane bi pênc demjimêran pêşkêş kiribû, ji bo rê bête dan bo xelkê Xûtayê ku bar bikin, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê dabû zanîn ku ev yek zîvirîneke li biryara navdewletî, ji bo pêkanîna koçberkirina neçarî û guhertina demografî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat