Tora Sûrî ya Mafên Mirovan duhî roja înê di raportekê de kuştina 197 sivîlan li Sûriyê di meha çile de piştrast kir, ku bi piranî li ser destê hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê hatine kuştin, ev yek hat di demekê de ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza sizadana berpirsiyarên tawanên şer li Sûryê kiribû.
Raportê diyar kiriye ku 57 zarok û 27 jin di meha borî de li Sûriyê hatine kuştin, û tekez kiriye ku ji wan 44 bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin, hevdem ku 9 kesên din bi bombebaranekê hatine kuştin ku bi goman heye ew bombebaran ji aliyê Rûsya hatiye pêkanîn.
Serekê Hevbendiya Niştimanî Ebdul Rehman Mistefa, bal kişand ku “Ti desteyeke dadwerî gardenazakirin û xelatkirina kujeran qebûl nake”, û got ku ji ber vê yekê kujer û piştevanên wan ji her lêpirsîneke navnetewî li ser tawanên şer li Sûriyê ” û di nav wan de bikaranîna çekên kîmyayî ditirsin”.
Di raportê de hatiye ku 37 sivîl ji aliyê hêzên Hevpeymaniya navdewletî hatine kuştin, di nav de 15 zarok û 12 jin, û nêzîkî 30 sivîlan ji aliyê çekdarên PYD di nav de 13 zarok û 3 jin hatine kuştin.
Derbarê qurbaniyên di nava stafên pizîşkî de, li gorî raportê ku karmendek bi destê rejîmê û yekî din bi destê Heyeta Tehrîr el-Şam hatine kuştin.
Raportê gotiye ku 13 welatiyên sivîl li ser destê çeteyên DAIŞê di nav de 3 zarok û jinek hatine kuştin, herwiha ji aliyê Tora navhatî ve kuştina 64 welatiyên sîvîl ji aliyê hin aliyên din yên nediyar hatiye bi belgekirin.
Torê di raporta xwe de kuştina 14 kesan di meha çile de ji ber îşkenceyê eşkere kiriye ku li ser destê van aliyan hatine pêkanîn: 11 kes li ser destê hêz û dezgehên ewlekariya rêjîmê û kesek bi destê milîsên “PYD”.
Torê di meha borî de herî kêm pêkanîna pênc komkujiyan belge kiriye, ji wan du komkujî aliyê milîsên PYD û du komkujî bi destê hêzên Hevpeymaniya navnetewî û komkujiyek ji aliyê din ve.
Hêjayê gotinê ye ku Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporteka xwe di dawiya meha sala borî de diyar kiribû ku hejmara qurbaniyan her ji adara 2011’an ve heta dawiya îlona sala par gihiştibû “222114” kesan, û piştrast kiribû ku bêhtir ji 89% ji qurbaniyên sivîl li Sûriyê li ser destê hêzên rêjîma Esed hatine kuştin.
Raportê bal kişandibû ku “198152” sivîl di nav de “22 363” zarok li ser destê hêzên rêjîma Esed bi tenê hatine kuştin, û hevdem ku “6239” sivîl, di nav de “1804” zarok ji aliyê hêzên Rûsyayê hatibûn kuştin.
Torê di raporta xwe ya nû de bang li Civata Ewlekarîyê kiriye ji bo standina rêşûnên zêdetir piştî desxistina biryarên 2139 û 2254, û dûpat kiriye li pêwîstiya veguhestina doseya sûrî ji bo dadgeha tawanên navnetewî, û sizadana hemû kesên berpirsîyar, di nav wan de rejîma Rûsya jî, piştî ku destêwerdana wê di tawanên şer de piştrast bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî