Şandeyek ji Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan, wê beşdariyê di civînên dîdargeha ku Netewên yekgirtî salane saz dike bike, di herdu rojên 24 û 25ên vê heyvê de li Jinêvê, û di dîdargeha îsal de wê mijara tundûtîjiya li hember kêmnetewan û şêwazên sînorkirina bandora wê li ser hebûna wan wê bête gengeşekirin, tevlî gengeşekirina rêyên çêkirina aştiyê û aktîvkirina rola wan bo parastina neteweyên kêmhejmar di serdema qeyranên tundûtîjiya çekdar ya ku li welatên wan dibe. Tê zanîn ku dîdargeh wê di bargehê Encûmena mafên mirov de bête sazkirin, bi beşdariya nûnerên dewletên endam di encûmena navhatî de û şandeyên herdemî yên Netewên yekgirtî û bi amadebûna çendîn rêxistin û çalakvan û lêkolîner û şopînerên karûbarên kêmnetewan ji dewletên cuda cuda yên Cîhanê. Hêjayî gotinê ye ku Tora Aşûrî her ji roja sibê pêde wê dest bi çendîn çavpêkentinên fermî bike li tenişta vê dîdargehê, herwiha wê yekemîn raporta xwe derbarê kiryarên revandina Xiristiyanan di Sûriya de di dema bestina rûniştinên dîdargehê belav bike, ku gelek xirstiyan ji aliyê rêjîma Esed ve hatine revandin, û Xalid Elsalih Serokê nivîsîngeha Ragihandinê gotbû:” Sûriya dest ji tukesî ji zarokên xwe bernade, bi tevaya ciyawaziyên regeznameyên wan yên rewşenbîrî ve, û parastina sivîlan nayê pêkanîn, bê bawariya civaka navdewletî bi pêwîstiya piştgiriya lezgîn bo artêşa Azad, ya ku diyar kiriye ku ew tekhêze ku dikare li hember Esed û girûpên tundrew û terorîst raweste “.
Jêder: Hevbendî + Tora Aşûrî ya mafên mirov