Tora Mafên Mirovan ya Sûrî raportek nû weşand derbarê komkujiyên li dijî sivîlan li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, û hemû nûçeyên hatine li ser “tawanên şer” yên hatine pêkanîn ji aliyê rejîma Esed û Rûsya her ji meha nîsana borî ve piştrast kirin.
Torê diyar kir ku wê 33 komkujiyên hatine pêkanîn ji hêla rejîmê û Rûsya li bakurê Sûriyê, nemaze li Idlibê, her ji 26’ê nîsanê heta 27’ê tîrmehê, bi belge kirine.
Û bal kişand ku rejîm berpirsyar e di ber 26 komkujiyan li Idlib û gundewarên Helebê, û 7 komkujî ji hêla balafirên Rûsiya hatine pêkanîn, çar ji wan li Idlibê û sê jî li Hemayê.
Li gorî serjimêriya Torê, 433 sivîl hatine kuştin, di nav de 119 zarok û 64 jin, her weha pênc karmendên stafên bijîjkî û sê karmendên parastina sivîl di êrîşên balafirên Rûsî de hatine kuştin.
Torê piştrast kir ku rejîmê yasa mirovî ya navdewletî û biryarên Encumena Ewlekariyê binpê kirine, û daxwaz kiriye ku dosya Sûrî were veguhastin ji bo Dadgeha Tawanên Navnetewî û her kesê beşdar bêne darizandin, di nav de jî rejîma Rûsya, piştî bi berpirsiyara di ber tewanên şer de bihête gunehbarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî