Toreya Sûrî ya mafên mirovan tirsa xwe diyar kir derbarê çarenivîsa ne kêmî 750 sivîlên Dêra zorê ko di deverekê de rûberê wê ne zêdeyî 2 kîlometrên çargoşe ye, ko hêj Daiş wê derê kontrol dike.
Toreyê got ko 750 sivîl bi kêmanî di herêma ko Daiş kontrol dike de dorpêçkirî ne, û tirsa xwe diyar kir ji binpêkirin û operasiyonên bêserûber dema têwerdana herêmê ji hêla rêjîmê ve.
Toreya mafnasiyê daxwaz kir ko tevgereke navdewletî çêbibe da wan rizgar bikin, piştî rojekê ji diyarkirina Netewên Yekgirtî ji nîgeraniya xwe re derbarê şerê li dijî sivîlên Dêra zorê dibe.
Her weha toreyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bilez tevbigere û li dengê xwestina hawarhatinê guhdarî bike, û daxwaz ji Rûsya wek aliyekî dabînker û hevalbendê Beşar Elesed kir ku nehêle hêzên wê sivîlan bikujin.
Toreyê got ko divê milîtanên QSD amanckirina sivîlan rawestînin, û tevgera derbasbûna wan bi bal gundê Elhuseyniyê yê di bin kontrola wan de ye hêsan bikin.
Stîvan Ducarîk berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî di kongirekî rojnamevanî de gotibû ko Nivîsgeha Netewên Yekgirtî ya hevrêzkara karûbarê mirovî (Otşa) nîgeraniya xwe diyar kiriye derbarê şerê berdewam li ser sivîlên parêzgeha Dêra zorê.
Berê jî çalakvanên xwecihî roja çarşemba borî kuştina 530 sivîlan li tevaya parêzgeha Dêra zorê ya rojhilatê Sûriyê di heyva çêriya pêşî de belgeh kiriye, piraniya wan jin û zarok in, her weha Netewên Yekgirtî destnîşan kir ko ji heyva tebaxa borî de bêtir ji 350hezar mirovî ji malên xwe yên Dêra zorê derketine.
Hevbendiya niştimanî daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û şandyarê taybet yê Netewên Yekgirtî Stîvan Dî Mistora kir ko pêrabûnan bikin ji bo sivîlan rizgar bikin û tawankariyan rawestînin û yên pê radibin bidin dadweriyê û bizavan bo şerê tiroristiyê biyek bikin, û jêderên wê yên rastî û aliyên jê re planan datînin û yên alîkariya belavbûa wê dikin nehêlin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans