Toreya Sûrî ya mafnasiyê anî ziman ko firokên helîkopter yên bi ser hêzên Beşar Elesed ve, 534 bermîlên teqîner di heyva çêriya pêşî ya borî de bi ser çar parêzgehan de berdane.
Toreyê belgehkirina bi hûrbînî ya avêtina hêzên Esed ji bermîlên teqîner re diyar kir, û tekez kir ko firokên perwane yên rêjîmê 397 bermîlên teqîner bi ser gundewarê Şamê û 102 bi ser Dêra zorê û 23 bi ser Hemayê û 12 bi ser Idlibê de berdane.
Toreya mafnasiyê di raporta xwe de gotiye ku avêtina bermîlên teqîner bi ser sivîlan de bû sedema kuştina 6 sivîlan li Dêra zorê, nîvê wan zarok bûn.
Toreyê got ko hêzên Esed bi bikaranîna bermîlên teqîner biryarên Encûmena ewlekariyê 2139 û 2254 binpê kirine, û destnîşan kir ko di encamê de îsal hêzên Esed 5318 bermîlên teqîner avêtine.
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan di raporteke xwe de ko roja çarşemê belav kiriye, têde şehîdbûna 435 kesan heyva borî li Sûriyê ku 145 ji wan zarok in û 85 jin in, di kuştarên ji hêla firokên Rûsya û yên hêzên rêjîmê û yên hevpeymanan pêk hatine de, belgeh kiriye.