Toreya Sûriyê ya mafên mirovan tawankariyên cengê yên rêjîma Esed derheqê girtiyan belgeh kirine, ku di nîveka pêşî ji vê salê 133 kes bi êşkenceyê kuştine.
Toreyê di raporteke xwe de diyar kir ko di heyva cehzerana borî de 84 kes bi êşkenceyê hatine kuştin, û bal kişand ser ku di nîveka pêşî ji sala 2018an 146 kes bi êşkenceyê kuştine, û 91% ji wan bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin.
Toreyê berê jî bikaranîna hêzên Esed ji hemû cûreyên êşkenceyê re di binê zindanan de belgeh kirine, û hin ji wan ji ber sedemên mezhebî bûn.
Raportê got ko hejmara kesên bi êşkenceyê hatine kuştin di heyva cehzerana borî de ya herî bilind bû, li gora hejmarên toreyê, 89 kes li hindirê navendên girtinê hatine kuştin, 94% ji wan bi destê hêzên rêjîmê bûn, û piraniya şehîdan ji gundewarê Şamê û parêzgeha Hemayê ne. Fermanberiya nifûsê li Mu’edemiyet Elşam li gundewarê Şamê navên 165 girtiyên ku di salên bûrî de di girtîgehên rêjîmê de hatine kuştin belav kirine, û heman tişt li bajarê hemayê jî bibû.
Fedil Ebdulxenî serokê toreya Sûriyê ya mafên mirovan got ku giring e ‘’ pirinsîba berpirsiyariya parastinê‘’ cîbicî bibe, bi sedema têkçûna hemû bizavên parastina sivîlan û tawankariyên cengê yên rojane derheqê sivîlên Sûriyê, yên ku piraniya wan ji hêla dezgehên ewlekariyê pêk tên.
Raportê tekez kir ko rêjîma Esed êşkence di hejmarek dezgehan de bi rengekî berfireh derheqê sivîlan bikar aniye, û ev tiştên dibin tawankariyên cengê ne, û ew kesên pêk tînin li gor yasaya navdewletî tên sizakirin, û ji civaka navdewletî û encûmena ewlehiyê xwest ko pêrabûnên xwe bikin ji bo tawankarên cenga li ser Sûriyê siza bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî