Raporeteke Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan roja yekşembê derket, diyar kir ko 496 kes bêsedem di çileyê paşî yê borî de hatine girtin, û 19 zarok û 41 jin di nav wan de hene.
Toreyê diyar kir ko rêjîma Esed berpirsiyara 78% ji wan girtinan e, û destnîşan kir ko girtinên bi destê milîtanên PYD û rêkxistina Daiş bi amanca leşkerkirina neçar in.
Raportê got ko kêşeya girtiyan dimîne astengiya bitenê ko çi pêşketin têde çênebû, tev li danûstandinan û daxuyaniyên rawestandina kirdeyên dijminkarî, û daxwaz kir ko ev dosya têkeve nav danûstandinên dahatî yên Cinêvê de.
Toreyê daxwaz kir ko pirosesa girtina bêsedem raweste û çarenivîsa hemû girtiyan diyar bibe, her weha daxwaz kir ‘’girtî di cih de bêmerc bêne berdan, ewên ko ji ber ‘’ mafê xwe yê siyasî û meydanî’’ bikar anîne hatine girtin. Û daxwaz kir ko jin û zarok bêne berdan û nema wan bikin dîlên cengê.
Toreyê daxwaz kir ko rê bidin endamên komîta vekolînê ya serbixwe ya ko Netewên Yekgirtî ew damezirandiye, û komîta xaça sor ji bo seredana navendên girtinê yên fermî û yên nefermî bê şert û merc bin.
Toreyê xwest komîtek navdewletî çêbibe bo çavdêriya berdana girtiyan bike li gora lîsteke demdiyar, û wê lîstê bidin aliyên ku wan desteser dikin yên ku rijêma Esed 87% ji wan e .
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan di serjimareke 2017ê de got ku hejmara girtiyan di sala borî de li Sûriyê bêtir ji 6500 girtî ye, ji wan 4517 bi destê rêjîma Esed hatine girtin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî