Rêkxistineke Mafnasiyê tekez kir ko bi hezarên kesan li Sûriyê tûşî girtina nerewa bûne, û hêzên rêjîma Esed û milîtanên bi ser ve bi şêweyekî rêbazkirî û carina bi bêserûberî ew kiryar pêk anîne, da tirs û tirororê têkin dilê sivîlan.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe de duhî sêşembê got ku wê bêtir ji 2460 rewşên girtina nerewa di nîvê pêşî yê vê salê de 2019ê, piraniya wan bi destê hêzên rêjîma Esed hatine girtin belge kirine.
Toreyê di raporta xwe de anî ziman ko ji rewşên girtina nerewa 117 zarok û 122 jin in, û 1204 rewş yên bi kotekî hatine veşartin.
Raportê diyar kir ko 1733 kes ji nav wan 80 zarok û 97 jin bi destê hêzên rêjîmê , rêkxistina Daiş jî 16 kes ji nav wan zarokek, desteya tehrîr elşam jî 190 kes ji nav wan 4 zarok û du jin, her weha milîtanên PYD 337 kes ji nav wan 22 zarok û 16 jin girtine.
Raportê bal kêşand ser ku kesên bi kotekî hatine veşartin, 880 kes ji wan li bal rêjîmê ne, û heft libal rêkxistina Daiş in, û 82 kes li bal desteya Tehrîr Elşam in, û 152 libal milîtanên PYD ne, û 82 li bal aliyên leşkerî yên din girtîne.
Raportê diyar kir ko piraniya bûyerên girtinê li Sûriyê ‘’bêyî bîrdoza dadwerî pêk tên, di dema ko qurbaniyek di xalên lêpirsînê an têwerdanê de be wî dibin, bi piranî her çar hêzên ewlehiya rêjîmê ew in berpirsên operasiyonên girtinê , û dûr ji desthilata dadweiriyê ne. ‘’
Di raportê de hatiye ko girtî ji kêlîka pêşî ve dikevin ber êşkenceyê, û têkiliya malbatî û parêzeran bi wan re tête birrîn, her weha desthilatdar girtinê mandel dikin, û wisa dibin girtiyên ku bi kotekî têne veşartin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe de daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê kir ko pêrabûnine din piştî derçûna biryara 2254ê bikin, û got ku giring e dosya Sûrî biçe dadgeha tawanên navdewletî û yên destê wan di tawanên cengê de hene bêne sizakirin, ji wan jî Rûsya ya ko tekez bûye ko tawanên cengê pêk anîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî