Penaberên Kobanê li bajarê Pirsûsê û bajarokê Elî Gor li 8 kampan hatin belav kirin, û hîn bi hezaran jî bi cî nebûne , û rewșa wan pir xirabe ,li gorî jêderkê ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Kobanê.
Eynî Jêder da zanin, ku hikûmeta Turkiyê û kurdan 8 kampên nû avakirine, ji bo penaberên Kobanê yên ku ji ber êrîşên terorî yê DAIŞê reviyan.
Li gorî jêdr , nêzîkî 22 hezar penaber di van 8 Kampan de hatine bi cî kirin, û hîn bi hezaran jî bi cî nebûne, Hikûmeta Turkiyê dê çend kampên nû ava bike. Jêderê got: Hukûmeta Turkiyê kampeke nû ava dike û 40 hezar penaber dikarin têde bicî bibin” “.
Ji aliyê xwe ve Silêman Elî “penaberkî Kobanî ye” dibêje ” Gelek pêwîstiyên me hene, namaze em derbasî zivistaneke dijwar bûne”
Herwiha Elî diyar kir ku: “ Sermeya zivistanê pêdiviyên penaberan zêde kirine wek cil , derman û xwarinê “ .
Elî tekez kir ku ” gelek nexwşiyên zarokan peyda bûne û metrsî li ser me gelek in”.
Hêjaye gotinê ku bêtirî 200 hezar penaberên Kobanî hatine pêşwazîkirin ji aliyê Turkiyê ve.