Diyardeya vebûna şkeftan di nava zemîna bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê û bi taybet bajarê Serê Kaniyê zêde dibe, û metirsiyeke mezin li cem welatiyan peyda kiriye.
Bi hatina werzê zivistana 2019 û rêjeya bilind ya barîna baranê re, gelek şkeft li piraniya bajarên parêzgehê hatin dîtin, çi di riyên sereke de û çi li nava hewşên welatiyan li gor agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê yê diyar kir ku hin ji xwedanên wan malan neçar bûn ku dest ji xaniyê xwe berdin û li cihin din bi cih bibin.
Ehmed Îsa ji bajarê Qamişlo, diyar kir ku li gelek taxên bajarê wan şkeft vebûne bi taybet di bin otombîlê barhilgir de.
Pisporekî Colociya ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji peyamnêrê me re sedemên vebûna van şkeftan vegerand suruşta devera bajarê Serê Kaniyê li gel rêjeya bilind ji barîna baranê.
Li ser bajarên din li parêzgehê heman pisporî da zanîn ku kolana tonelan ji hêla hêzên leşkerî yên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve li nava bajaran dibin sedem ku li gelek deveran zemîn bê hilweşandin û şkeft çêbibin.
Tê zanîn ku ev diyarde li cem welatî û neşteciyên bajarên parêzgeha Hesekê bûye cihê metirsiyeke mezin, û di heman demê de asta tirsa ku bajarên wan bibin qada şer ji hêla hêzên leşkerî yên bi ser PYD ve bilind dibe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî