Wezareta Dad ya Desthilata Sûrî ya Demkî, Nivîsgeke Yasayî li bajarê Xazî Entabê vekir. Nivîsgeha Rojnamevaniyê ya Wezareta Dad doh got ko:”Nivîsgeh dê xizmetên yasayî û şêwirdariyê bêperê ji Sûriyan re pêşkêş bike ew jî bi alîkariya desthilatên Tirkiyê yên elaqedar bi wî karî, wê Nivîsgeh zehmetkêşiyên xelkên Sûriyê yên ko li Tirkiyê dijîn sivik bike, hem wê rêyên yasayî şanî wan bide, hem rûbirû û hem jî bi rêya Internet û malperên hevgihandina civakî.”
Tev li Nivîsgeh dê xizmetên yasayî û rêkxistina karûbarê wan yên yasayî (Niştcihî, Kar, rûniştin)û hemû tiştên bi karûbarên sivîlî ve girêdayî pêşkêş bike. Herweha Nivîsgeha Rojnamevanî ragihand ko dê Nivîsgeh bi karûbarê kesên li bal Tirkan girtî ne bişopîne û alîkariyê bo wan bike ew jî bi rêya desthilatên Tirkiyê û rêkxistinên civaka sivîl.
Malpera Desthilatê li ser Internetê navnîşan û nemreyên telefonên berpirsên Nivîsgehê belav kirine, da xelk bi hêsanî bi wan re danûstandinê bikin. Û ji hêleke din ve desthilatên Tirkiyê li Xazî Entabê ji xelkên Sûrî re ko navê xwe yê Penaberiyê ne nivîsandine bila binivîsînin da kerta tenduristiyê bistînin(kumlik) û navnîşan û cihê rûniştina xwe jî li Xazî Entab bidin xuya kirin.
Herweha Wezareta navxweyî ya Tirkiyê sêşembê di daxuyaniyekê de ji hemû Sûriyên ko bê belgeyên pênasîna Tirkî ne xweşt, ewên ko li Xazî E’ntab in berê xwe bidin Navendên desthilatê yên elaqedar bi dana ewê nasnameyê berî 17 meha Çêriya paşî da bidest bixin.
Jêder: Desthilata Demkî+Acans