Rojnameya Waşinton Post û li gor amojgeheke ku di warê xwendina şerran de pispor e ragihand ku hejmara hêzên Esed ji destpêka Şoreşê de vegeriyaye bêtir ji nîvî. Amojgehê got” Hejmara serbazên Esed ji dor 325 hezaran vegeriya150 hezarî”, amojgehê zêde kir û got: ” Sedema sereke ji kêmbûna hejmara serbazan re vedigere ziyanên mzin ên bi kuştina leşkeran çêbûne, herweha cudabûna gelek ji serbazan û koçbûna wan bo derveyî Sûrî “.
Hêzên Esed hebûna hêzên xwe yên yedek li hemû perçeyên Sûrî pir dike, zanyariyin destnîşan dikin ku hikûmeta Esed hewl dide ziyanên di hêzên sereke de di riya xwestina dehên hezaran ji hêzên yedek, û bikaranîna êrîşan bi ser hindek mal û cihên giştî de bo girtina kesên tên xwestin û xwe radest nekirine li gor yasaya serbazgeriyê li welêt.
Ev helmet piştî hindek zanyariyên li ser koçkirina gelek ji serbazên Hizbillah, Iran, Iraq, û serbazin ji Efxanistanê bi sedema mijûlbûma wan bi kirîzeyên hindirîn ku bi ser welatên wan de hatiye tê.
Jêder: Hevbendî – Elerebiyê