roja Şemiyê 5 Êlûnê ciwanê kurd yê bi navê Metîn Silêman li ser sînor rastî bajarê Qamişlo li ser destê Cendirmeyên Tirk hate kuştin dema ku wî û du hevalên xwe hewil didan ku bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibin .
Malbata Metîn ji malpera me re ragihandin ku ciwanê wan yekser jiyana xwe ji dest da ji ber ku gule li serê wî ketibû û bi zihemtî hevalên wî termê wî ji nav zeviyên wê deverê derxistin .
Termê Metîn Silêman roja 6 vê heyvê li goristana Qidûrbek li bajarê qamişlo hate bi xakespartin.
Hêjaye gotinê ku di dema dawî de gelek kes li ser sînorê Tirkiyê ji hêla cendirmeyan ve rastî kuştin û işkencê tên.
Jêder: Hevbendî