Li dijî helwest û daxuyaniya serokê şanda rikberiya Sûrî di danûstendinên Cinêv de, Es′ed Elzu′bî, derbarê pirsa kurdî li Sûriyê, xwecihiya Amûdê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, îro, Duşemê, 28-3-2016, mangirtinek lidar xist .
Di mangirtinê de welatiyên Amûdê helwesta Elzu′bî şermezar kirin, û siloganên dûrxistina wî ji serokatiya şandê bilind kirin.
Yûnis Esed, serokê xwecihiya Amûdê, di daxuyaniyeke taybet de ji malpera Hevbendiyê re helwest û daxuyaniyên Elzu′bî pirotisto kirin û got” gelê kurd pêkhateyeke serke ye ji gelê Sûriyê, ji destpêka şoreşa Sûrî li gel hemû pêkhateyan li dijî rêjîma diktator beşdar e, û emê di vê şoreşê de berdewam bin ta em mafê gelê xwe di Sûriya pêşerojê de, Sûriyeke demuqrat û hevgirtî û fedral cîbicî bikin”.
Her wiha serokê xwecihiyê ji Hevbendiya niştimanî ya Sûrî û desteya bilind ya dan û stendinan xwest ku di zûtrîn dem de Elzu′bî dûrî serokatiya şandê bixin.
Tê zanîn ku xwecihiya Hesekê ya ENKS berî çend rojan bi heman mebestê mangirtinek lidar xistibû.
Jêder: Hevbendî