welatiyên bajarê Efrînê rojên xwe yên yekem ji sala 2016 bi astangiyan dest pê kirin , dorpêçkirina herêmê ji hêla Eniya El-nusre û alîgirên wê ve bû sedama buhabûna nirxê tevaya pêdiviyên rojane yên sereke, her wiha nebûna sotemenî û gazê, tevlî ku çend rojan rê hatibûn vekirin lê careke din dorpêç li ser bajêr hat ferzkirin, piştî nakokiyên di navbera Artêşa Elsiwwar û odeya operasyona Mari′h de derketin. .
Odeya operasyona Mari′h Artêşa Elsiwwar û YPG bi têkiliyên bi rêjîma Esed û bi alîkariya Rûsyayê tewanbar dike.
Di heman demêde Eniya Elnusra hin gundewarên Efrînê topbaran dike û riyan digre.
Ji aliyekî din ve ne aramiyek li navçeyên herêmê heye ji encama bombebarankirina Cebhet Elnusra ji gundên Bîne û Basofan re û girtina hemî riyên ku tên herêmê.
Jêder: Hevbendî