Hunermendê Sûrî, Necah Biqa’î, yê du caran hatibû girtin, û niha li Fransa dijî, êş û azarên bi hezaran hevwelatîyên xwe yên binçavkirî di girtîgehên rejîma Esed de diyar dike, û tekez dike ku ew bi rêya hunerê berdewamiyê dide şoreşa li dijî rejîma stemkarî û zordariyê.
Neceh Biqa’î, di yek ji tabloyên xwe yên saz kirine de, wêneyê komeke mêrên nêzî tazîbûnê ne û têne îşkdncedan diyar dike, û di tabloyekê din de yek ji şêweyên îşkencedanê di girtîgehên dam û dezgehên ewlekariyê de ya bi navê “Bisat el-rîh” pêşkêş dike, têde mirovekî li ser pişta xwe ye û lingên wî hildayî ne ta gihane serê wî, di nava du depan giran de girêdayî ye.
Biqa’î piştrast dike ku di rûniştinên jêpirsînê de, celladan şêwazên cuda yên îşkenceyê bi wan re bikar tanîn, û bal kişand ser mirina girtiyan di bin îşkenceyê de, di dema jêpirsînê de, yan jî ji encama nexweşiyê û ji ber şert û mercên tenduristî yên xirab.
Biqa’î, bal kişand ser ku tiştê herî xirab yê wî di girtîgehê de dît; veguhestina terman bû, ku carekê divabû ew 3 terman veguhêzin, û her weha careke din 13 term veguhestin. Û behsa serbora xwe di girtîgehê de kir û got: “Em di navbera 190 û 220 kesî di odeyekê de bûn, dirêjahiya wê 16 metr û pehnaya wê sê metr bûn”.
Biqa’î, destnîşan kir ku ew hest dike ku erkê wî ye berdewam be di şoreşê de, û got: “Eger ez wênesaziyê û veguhestina janên Sûriyan rawestînim, ev tê wê wateyê ku ez ji Bişar El-Esed re teslîm dibim, û jê re dibêjim:”Tu di şer de bi ser ket û em şikestin”.
Hêjayî gotinê ye ku Biqa’i ji berî niha gotarek di Rojnameya “Liberation” ya Frinsî de belav kiribû, di bin navê “burokratiya mirinê”, têde behsa ezmûna tal ya bûye sedema mirina bi deh hezaran kes kiriye, û tabloyên rastiya girtîgehên rejîma Esed diyar dikin bi gotarê re belav kiribûn, têde riftar û şêwazên sîstematîk yên îşkenceyê ji aliyê hêzên Esed û dezgehên ewlekariyê ve di hundir navendên binçavkirinê de têne bikaranîn pêşkêş dike.
Hevdem ku raporên mafên mirovan diyar dikin ku operasyonên îşkenceyê bi awayên “mezhebî nemirovî” têne bikaranîn, û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan got ku wê navên 118 hezar kesên binçavkirî tomar kirine, ku bi rêjeya 88% ji wan di girtîgehên rejîmê de ne, di heman dema de hin aliyên mafên mirovan pêşbînî dikin ku jimara wan ji vê hejmarê zêdetir be, nemaze ji ber hebûna bi deh hezarên bêserûşûnan.
Hunermend Neceh Biqa’î, ji xelkê Humsê ye, sala 1970’ê ji dayîk bûye, yekemîn car 11 mehan di sala 2011 de li leqê 227 yê li nêzîkî Şama paytaxt mabû, ku di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin, û duyem car di sala 2014 de li ser sînorê Libnanê li dema hewl dida ku ji Sûriyê derkeve hatibû girtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat