Hikûmeta Sûrî ya demkî, behiya wan Sûrî û Libnaniyên jiyana xwe ji dest dan di bûyerên Libnanê de bi giştî û yên li E’rsal bi taybetî kir. û nivîsingeha zagonî di wezareta dadê ya hikumeta demkî de, di daxuyaniyekê de dazanîn:” ku di destpêka rûdanên diltezên yên li E’rsal; nivîsîngeha zagonî bi berdawemî kar kir digel hindek kesayetiyên Libnanî bo hêminkirina rewşê û gerantiya saxiya penaberên sûrî yên Sivîl li E’rsal, û gerantiya derbasbûna tîmên Xaça sor bo hawarçûna birîndaran û gihandina alîkariyên mirovî, û şopandina doseyên sûriyên girtî li Libnanê yên hatine girtin di van bûyerên dawiyê de”. di wê daxuyanê de wesa hatiye:”li ser binyata tiştên bûrî, me pêwendî bi lîwa Eşref Rîfî re kir wezîrê dad û rêzdar Miftiyê Biqa’h Şêx Xelîl Elmeys û herwiha bi Şêx Salim Elrifa’î endamê desteya zanayên Mislimanan yê ku di dema danustandinan de li E’rsal birîndar bû, û herwiha me pêwendî kirin bi hin serkirdeyên Serbazî yên di artêşa Libnanê de. “tekez dikin ku nivîsîngeh di pêwendiyên berdewam de ye digel komîta navdewletî ya Xaca Sor û Komsyona karûbarên penaberan li Libnanê, herwiha bi hemahengî di gel desteya zanayên Mislimanan doseya termên nasnameya wan nediyar hat şopandin”. û herwiha tîma belgekirinê ya girêdayî nivîsgeha zagonî bi belgekirina ziyanên gehane xêmetgehên penaberên sûrî yên li E’rsal rabû, û dîkoment kirina navên şehîd û birîndar û girtiyan yên di encama rûdanên dilşewat” û îro û di daxuyaniyekê de nivîsîngeha zagonî ya wezareta dadê amadbûna xwe anî ziman bo “alîkariyên yasayî di her babetekî yasayî de taybet bi hevwelatiyên Sûrî di Libnan de”.
(jêder: Hikûmeta Sûriya demkî).