Zankoya “Sêrtê” ya Tirkî dergehê tomarkirinê ji xwendekarên Sûrî re ji destpêka heftiya nuha û heta dawiya meha Eylûlê vekiriye, Wezareta Perwerde û hînkirinê ya Desthilata Sûrî ya Demkî got: beşên zankoyê yên xwendekar dikirin wan bixwînin ev in: Perwerde, Wêje, Bayolojî, Abûrî û Zanistên birêveberinê, û Kolîca Endazyariya Çandiniyê û ya Avakirinê û Bijîşkiya Vîtêrnerî, û hindek Peymangeh wek Peymangeha Bijîşkî, Wezaretê da xuyakirin ko biryara Zankoya Sêrtê piştî ko Rawêjkarê Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Ferhad Şêx Bekir bi Serokê Zankoya Sêrtê re Murad Erman re gotûbêj kirin.
Û peyman bi zankoya “Batmanê” re danîn ku rê bidin Xwendekarên Sûrî yên ko ne gihan navê xwe bi daxwaziya xwe evê salê binivîsînin ko dikarin salek din beşê xwendina xwe biguhêrin. Herweha Rawêjkarê wezîr bi berpirsiyarên Tirkî re li Sêrtê hevdîtin kir û soza vekirina dibistaneke Sûrî ya nû wergirt.
Serdana Rawêjkarê Wezîr bi bal Zanko û Bajarên Tirkî yên li ser sînorê Bakur Rojhilatê Sûriyê li ser daxwaza Wezîrê Perwerdeyê Mihyeddîn Benana bû, bi amanca şopandina amadekiariyên ji bo sala xwendinê ya nû , herweha gotûbêj li ser xurtkirina peywendiyên hînkirinê bi dezgehên perwerdeyê yên Tirkiyê re bibe.
Rawêjkarê Wezîrê Perwerdeyê serdana çend dibistanên Sûrî li çend bajaran kir, herweha hevdîtin bi çend berpirsên perwerdeyê li bajarê Diyar Bekir çêkir, û rêkeftin ji bo vekirina dibistaneke nû ji Sûriyan re hat kirin.
Jêder: Desthilata Sûrî ya Demkî