Wezareta Saxlemiyê ya Hikûmeta Sûrî ya demkî, bizavan dike bo dîtina çareseriyên guncayî bo pizêşkên li Tirkiyê niştecî dibin li gor karîn û şiyanên berdest, tevlî çareserkirina arîşe û astengiyên dikevin li pêş pizêşkan ji bo temamkirina taybetmendiyên bizîşkiya xwe. ji ber vê yekê wezareta navborî wek gaveke pêşî wê zanyariyan kom bike li ser hejmara pizîşkên niştecî yên nikarîne taybetmendiyên xwe bidawî bikin , û herwiha zanîna rewşa her pizêşkekî niştecî, û paşî wê lêkolîn li ser van zanyariyan bêne kirin ji bal komîteyeke nojdarî-ekadîmî, bi armanca danana pilaneka zanistî ji bo dana bawernameya taybetmendiyê piştî temamkirina wane û ezmûnên klînîkî û xwendinê yên destnîşankirî ji bal komîta nirxandina ezmûnan. berêz Ednan Cizûrî wezîrê tendirustiyê yê Hikûmeta demkî tekez kir ku :”Armanc ji komkirina agahî û belgeyan ewe amadekirina pêdewistiyên zanistî û amadekirina program û komîteyên taybetmend û dabînkirina nexweşxaneyeke rahênana klînîkî ji bo rahêna pizîşkan û xwendekarên pizîşkî yên ji xwendina dûr ketine”. herwiha amaje kir ku:” wezareta wî ji beriya niha kar kiriye bihevkariya rêxistina Avad û ya Saxlemiya navnetewî, di çarçoveya pirojeyê bi karmendkirina kadroyên nojdarî di xêmetgehên penaberên Sûrî de, piştî encamdana meşq û rahênanên pizîşkî li ser sîstema çareseriya Tirkî li Xazî Entabê”.
Jêder: Hikûmeta demkî + Hevbendî