Wezareta tenduristiya hikûmeta sûriya demkî bi damezrandina 11 rêveberiyên tenduristiyê li parêzgehan rabû, ku li ser Şam û Humis û Heleb û Hema û Idlib û Der´a û Qonêtira û Reqa û Dêrezor û Heseke û Elsahil belav dibin. Di derbarê karê xwe de di çarîka duyem de ji sala 2014an wezareta tenduristî raportek amadekir têde amajekirye ku :”bi rêveberiyê ve leq û kert hatine girêdan.” û wezaretê daxuyakirin ku erkê nivîsîngeha wê ya di hindurê Sûriyê de, serperiştî û çavdêriya pirojeyên Wezareta Tenduristiyê ye û têkildarî bi sercem alî û desteyên pizêşkî yên xwecihî bi merema asankirina karê wezaretê li tevaya deveran.” û di raportê de hatî ye ku:” wan Mûçeyên deredora 1000 pizêşkî wek yekemîn qonax dabîn kirine,di pirogramekî giştî de bi merema tomarkirina hemû pizêşkên hindur û dabînkirina mûçeyan ji wan re ku karibin tev xêzanên xwe jiyanek bi rûmet bijîn ” û got ku ew hatiye ji bo destpêkirina pirojeyê Sindoqa Çavdêriya Birîndaran û pêşkêşkirina wî wek Sindoqeka Sivîl Nemîrî.” wezaretê got :” wê gelek piroje pêkanîne ji wan:alîkariya nexweşxaneya Îzaz ya Ehlî û alîkariya Navenda Hirêtan ya saxlemiyê û çakirina sîstema wê ya hawarçûnê”.
Jêder:( Hevbendî+Hikûmeta Demkî).