Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Sûriyê Ya Demikî, raportek pêşkêş kir bi rêka rêveberiya tenduristiya Idlibê, derbarê karê navenda çareseriya fêzîkî ((kurê Şehîd)),li gundê Elbara li navçeya Çîyayê Elzawiya li gundewarê Idlibê, û têde hatiye ku Navend di 1-3-2014an de hatiye vekirin û heta berwara 12-7-2014an jimara rûniştinên çareseriyê gihan nêzîkî (3573) rûniştinan bi rêjeya (20) rûniştin bo her nexweşekî. û Navenda (kurê Şehîdî) ji sê beşan pêk tê: beşêa çareseriya kehrebayî, beşê bizavê,û beşê janên movikên piştê yên newqê, Herwiha di navendê de Çar pispor hene û tevlî du rahênerên werzişî û alîkarekî çareserkirinê û xizmetkarek û zêrevanekî, û kar her roj ji bilî roja înê, ji demjimêr nehê sibê dest pê dikê û heta demjimê 3 êvarî. û çi navendek dîtir li deverê nîne ji bilî Navenda(kurê Şehîdî) ku ya bi tenê ye û karguzariyek mezin dide deverê û deverên doruber, û derdora (30) hezar kesî jê sûdmendin. Herwiha Navend bi serdana malên hindek nexweşan yên ku ji ber nexweşiya xwe nikarin serdana Navendê bikin radibe. û Navendê amaje pê kir; ku pêdiviya wê bi beşekî bo zarokan heye ji ber ku di wê deverê û derdoran , 30 zarokên bi Falinca Mêjî hene
Çavkanî: Wezareta tenduristiyê- Hikûmeta Sûriya demkî.