Wezîrê Tenduristîyê yê Hikûmata Sûrî ya Demkî, Meram Alşêx, nameyek ji ofîsa Saziya Tenduristiyê ya Cîhanî li bajarê Gaziantep re şand, da wan han bide li ser destpêkirina cîbicîkirina pilana li ser hatiye lihevkirin, ya derketina di rûyê nexwaşiya “Corona” de li deverên rizgarkirî.
Û Elşêx got ku hemî amadekarî amade ne, û Wezareta Tenduristiyê karê ku jê dihat xwestin kiriye,li gor pilana ku nêzî mehekê berê ji hêla Saziya Tenduristî ya Cîhanî ve hatî amadekirin, bi hevkariya Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî û rêveberiyên tenduristî û rêxistinên ku di warê tenduristiyê de dixebitin temam kiriye.
Û Wezareta Tenduristiyê rênimayên bijîşkî weşandin daku metirsiya veguhastinê kêm bike, û belavokên xweparastinê bi hevkariya Encûmanên Xwecihî li welatiyên deverên cûrbecûr li bajar û gund û bajarokan belav kirin, û wezîr got ku armanc ji van xebatan ew e , agahdarkirina welatî ji metirsiya “Corone” û rêçên xwepaeastinê bighînin wan, ya ku di paqijkirina kesayetî de ye, û bal kişand ku xala herî girîng di berxwedana vê vêrosê de tenê di şikandina rêzezincîrên veghastinê bi riya xweparastinê de ye.
Û Wezîrê Tenduristiyê hişyarî da ji metirsiya belavbûna virusa “Corona” li deverên rizgarkirî, nemaze piştî pirosesên derbidebûna bikomel ya ku di heyvên dawî de ji ber dijminkariya Rûsiya li ser parêzgeha Idlib û gundewarê Helebê yên başûr û rojava û koçberkirina nişteciyan ji wê deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî