Çend serdan ji aliyê wezîrên hikûmeta Sûrî ya demkî bo çend dezgehên xizmetgozariyê li navçeyên rizgarkirî hatin pêkanîn, û têde rewşa pêşxistina kar û bilindkirina asta pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyê hatin gengeşekirin.
Ev serdan hatin di çarçova cêbicêkirina pilana serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb de, ku soza rawestana li ser baredoxên jiyana sivîlan li navçeyên rizgarkirî dabû, ji bo çareserkirina arîşeyên wan ên rojane û bilindkirina asta karê dezgehan.
Û wezîrê çandiniyê yê hikûmeta demkî, Cemal keleş, serdana baregeha rêveberiya saxlemiya azad li Himusê kiribû, û di serdana xwe de ligel karmendên rêveberiyê astengiyên kar û çawaniya çareserkirina wan gengeşe kir, û Keleş di axiftina xwe de cext li ser giringiya çareserkirina astengiyên dikevin li pêşiya xelkê û dezgehan kir, ji bo sivikirina bandora dorpêçkirina li ser bakurê Himusê û nemaze di warê tenduristiyê de.
Ev serdana wezîrê çandiniyê hat wek yek ji zincîrek serdanên wî bo dezgehên Hikûmetê, û ya dawî serdana peymangeha teknîkî ya pizîşkî ya bakurê Himusê bû.
Herweha ji bo temamkirina karubar û çalakiyên hikûmeta demkî û serdanên wê li navçeyên başûrê Sûriyê, wezîrê kargeriya xwecihî ya hikûmeta demkî Mihemed Sirûr Elmizîb digel şandeke wezaretê serdana nexweşxaneya bajarê Tefes li Der’a kir.
Di heman mijarê de, ji aliyê wezîrê xizmetgozariya hikûmeta demkî, Ebdulah Rezûq û serokê komîta vegerandina seqamgeriyê Munzir Elselal, rewşa rêveberiya karubarên encûmena xwecihî ya bajarokê “Mercdabiq” li gundewarê Helebê hate şopandin, ji bo gengeşekirina karnameya nûjenkirina qebarê dezgehên dewletê û pêdaweîstiyên xizmetgozariyên bajarok.
Û wezîr Rezûq geşta xwe bi serdana encûmena Soran û bajarokê Exterîn li gundewarê Helebê bi dawî anî, û ligel endamên encûmenên xwecihî behsa giringtirîn pirojeyên navçeyê û nûjenkirina rêyên bajaran hat kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî