Bidehan malbatên ku vegeryabûn bajêrê Kobanî û gundewarên wê careke din derbasî Tirkiyê bûn ji tirsa dubarebûna komelkujiyan, Piştî komkujiya ku rêxistina DAIŞ di derheqê sivîlan de li Kobanî pêk anî.
Yeşar Elî endamê Encumana Niştimanî ya Kurd ji malpera mere got:” komelkujiya DAIŞê tirs di nav welatiyan de zêde kir ku careke din kuştin dubare bibe lewra piraniya wan dixwazin koçber bibin”
Her wiha Elî tekez kir ku bidehên malbatan gihştine Tirkiyê piştî komkujiya 25 Hezêrana bûrî, û got: “armanca DAIŞê ew bû ku Kobanî ji xelkên wê vala bike, û aliyek bi tena xwe nikare deverê biparêze û nema baweriya milet bi rêveberiya Partiya Yekîtiya Demuqrat tê lewma pêwîstiya qonaxê bi yekîtiyeke siyasî heye”
Ji hêla xwe ve Silêman Hacî ji kesên ku derbasî Tirkiyê bûne sedema vegera xwe û malbata xwe bo Tirkyê bi rewşa ewlehî ya xerab ve li Kobanî girêda û got “DAIŞ li pêş çavên me bisedên sivîlan kuştin û birîndar kirin”
Hacî ji berpirsên PYDê xwest ku bersiva çawaniya pêkanîna DAIŞê ji wê komelkujiyê re bidin û diyar bikin ku kî gunehkar û berpirs e, ji ber ku wan parastina bajêr li xwe girtibûn
Tê zanîn ku di encama komkujiya 25 Hezêranê li bajarê Kobanî, 233 sivîl ji hêla DAIŞê ve hatin kuştin û 268 kes birîndar bûn.
Jêder :Hevbendî