Xwechiya bajarê Dûma di riya mangirtinekê re, piştgiriya xwe ji Encumana Niştimanî ya Kurd re nîşan da, bi bilindkirina silogan û duruşmên mîna ” Kurdino… Destê Me Di Destê We de , Ji Dûma Ta Amûdê Silav Û Rêz, Encumena Niştîmanî Ya Kurd Em Tev Bi Te Re Ne, Ji Dûma Heya Amûdê Ev Rêjîma Xûnvexwar Bikeve, Em Pev Re Piştgiriya Biryarên Encumena Niştîmanî Ya Kurdî Dikin”
Li ser vê helwestê Elî Ibrahim serokê xwecihiya Kobanê ya bi ser ENKS ve ji mere ragihand ku “ev gav gellekî erênî ye, ji ber ku ENKS beşeke ji şoreşa Sûrî û ji destpêka şoreşde miletê kurd piştgiriya xwe ji tevaya bajar û bajorokên Sûrî re nîşan daye”.
Û Elî ev gav bi “pîroz e” binav kir.
Jêder: Hevbendî