welatiyên parêzgeha Hesekê rûberûyî zehmetiyên mezi hatin di heyva Remzana îsal de, ji ber kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên rojane û buhabûna nirxê wan, tevlî bilindiya pileyên germbûnê û koçberiya xelkên Hesekê ber bi bajarên parêzgehê yên din ve, her wiha buhabûna nirxê pereyên biyanî hember Lîreya Sûrî.
Yûnes Hemê welatiyê ji bajarê Qamişlo li ser rewşa heyva Remzanê axivî û got “welatiyan bi xemgînî pêşweziya vê heyva pîroz kirin, ji ber ku rewşa wan ya aborî lawaz bû û koçberiya vê dawiyê rewş xerabtir kir.
Sebaret bi alîkariya ku bi xelkên deverê re dibe Hemê got “pêwîste komele û dezgehên xêrxwaziyê li hember kêşeya weltiyan bi rengekî giştî bi erkê xwe rabin”.
Faris Xelîl bazirganek ji Qamişlo ye ji mere diyar kir ku îsal rewşa Remzanê bi zehmetî derbas dibe ji ber şer û pevçûnên ku li Hesekê rû didin.
Xelîl bal kişand ser delîve dîtin û keysanîna hin bazirganan ji milet di vê rewşa aloz de, ku bi şêweyekî xerab ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî, pêdivî bi nirxekî buha difroşin bê ku ti çavdêryek li ser wan hebe.
Jêder: Hevbendî