Piştî êrîşên Dewleta Islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser devera Şingalê, hin xelkên wê deverê berê xwe dan herêma Kurdî li sûriyê mîna (Dêrk- Girkê legê – Tirbespiyê).
Li bajarê Tirbesipiyê Encumana xwecih ya ENKSê bi erkê xwe rabû di pêşwaziya penaberan û xwarin li wan belav kir.
Serdar Qerê serokê Encumanê li TirbeSpiyê di peywendiyekê de ji me re diyar kir ku wan pêşwaziya penaberan kir û bi nirxê 100 hezar lîreyên Sûrî xwarin li wan belav kirin, ji bilî alîkariyên xelkên bajêr.
Qerê eşkere kir û got “hejmara penaberan li devera Tirbesipiyê gihştiye nêzî 80 kesî û ew li cem mirovên xwe û li dibestanan bi cih bûne”.
Derbarê bi cih bûna wan Qerê got”16 kes li gundê Tilxaton rûniştine û 43 li gundê Otilcah û 20 li bajêrin”
Di dawiya peywendiya me bi birêz Qerê re tekezî li ser hewldana Encuman di alîkariyên zêdetir de kir.
Tê zanîn ku encumanên xwecih li bajarê Dêrikê û bajarokê Girkê legê gavên bi vî şêweyî avêtine derbarê penaberiya Êzîdiyên Şingalê.
jêder: Hevbendî