Encûmena xwecihî ya bajarê Erbîn ê Xûta rojhilat li parêzgeha Şamê, daxwaza derxistina bi lez û pêwîst ji nêzî 600 zarokî re ji bajar û bajarokên xûtayê kir, çimkî rewşa wan ya tendiristî metirsîdar e , di heman çaxê ko dorpêça hêzên Esed ji herêmê re berdewam e.
Nivîsgeha ragihandinê ya bajarê Erbîn ko li ser zimanê bijîşkekî taybetmendê nexweşiyên zarokan Dr.Yihya Ebdulhemîd li Xûta Rojhilat anî ziman ko 579 zarok pêdiviya wan bi çareserkirina li derveyî Xûta heye, ji ber rewşa wan ya tendiristî di metirsiyê de ye.
Dr. Ebdulhemîd got ku 13 zarok ji nav wan mirin û tenê 12 hatine derketin, û destnîşan kir ko yên mayîn nexweşiyên sîngê û yên mêlagê bi wan re hene û derzîdank jî kêm standine.
Berê jî berdevkê fermanberiya tendiristiyê Dr. Fayiz Urabî ji rojnameya Ineb Beledî re ragehand ko karînên bijîşkî li Xûta rojhilat dê bêçare bimînin, ji ber bi sedema bombebarana rêjîmê ya bi mebest li ser herêmên Xûta rojhilat dê heyberên bijîşkî nemînin.
Urabî tekez kir ko ji ber dorpêça ji çar salan ve berdewam, karê bijîşkî zehmetiya kêmbûna dermanan û alavên bijîşkî dibîne, û bal kişand ser ku nexweşên bêtir ziyan li wan dibin bi taybetî di pênc salên dawî de zarok û kalemêr in.
Dr.Urabî diyar kir ko kêmbûneke xuyanî di cûreyên dermanan de heye, û bi taybetî ewên ko pêdiviya nexweşan berdewam bi wan heye, wek yên fişara xwînê û şekir û dermanê ‘idrê çimkî heyberên xwezayî yên ku şûna wan dermanan bigirin tune ne.
Ji aliyê xwe ve desthilata Tirkiyê ragehand ko ew ji pêşwazîkirina nexweşên Xûta rojhilat re amade ye, û serokê komara Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ko welatê wî ji pêşwazîkirina nexweşên xûta rojhilat re amade ye.
Her weha Rojnameya Lîbrasiyon ya Ferensî nameya du dektoran, Ziyad Elîsa serokê (Yosim Frensa) û dektorê bencdan û hişyarbûnê Rofayîl Bîtî berpirsiyarê fermanberî yê (Yosim) belav kiriye, û wan di nameyê de daxwaz ji serokê Frensa Makron kirine, ku têwerdanê bike û Xûta ji bobelateke mezin rizgar bike, çimkî ew serokê dewletekê ye ko endama herdemî ya Encûmena Ewlekariyê ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans