Encûmena xwecihî ya Eqêrebat li gundewarê Hemayê şehîdbûna bêtir ji 800 sivîlî piraniya wan zarok û jin in, ji gava ko rêkxistina Daiş derbasî bajarokê Eqêrebat û gundên wî bûne belgeh kirine. Her weha 700 êrîşên asmanî di 15 rojên dawiyê de û tevan jêrxane amanc kirine û wêran kirin, belegeh kirine.
Ehmed Elhemewî serokê Encûmena xwecihî ya Eqêrebat di daxuyaniyeke taybet de got ko wan karîbûn şehîdbûna 181 sivîlî ji sala 2013ê ve bi destê Daişê û her weha bombebarana bêserûber ya firokên rêjîma Esed û hevalbendê wê Rûsya belgeh bikin.
Elhemewî bêtir got ko hejmara sivîlên ko bi destê rêkxistina Daiş hatine kuştin 239 kesin, piraniya wan jin û zarok in, her weha bi sedema firokên cengê yên Rûsî û her weha firokên Esed, 572 kes ku bêtir ji parekî ji sê paran jin û zarok in hatine kuştin, û bi dehên windabûyên li zindanên Daişê ji çend salan ve şehîd ketine.
Elhemewî diyar kir ko rewşa mirovî li bajêr û gundên wî di têkçûnê de ye, û piraniya heyberên xwarinê bi tekûzî û ya giring nan e nîn in, bi sedema amanckirina firokên cengê yên Rûsî ji firna tenê re ya ko nan dida hemû herêmê.
Elhemewî destnîşan kir ko vaksînên zarokan nîn in, lewra nexweşiya pûçbûna zarokan û sorik û yên din derketine, û agahî da ko rewşa fêrkirinê bi sedema bombebarana firokên cengê ji dibistanên hemû gund û bajarokan re, û sedema din ew e ku Daiş rêbazeke taybet bi xwe feriz kiriye.
Hêzên Esed çend kuştar derheqê sivîlan de li Eqêrebat pêkanîne, û ya herî xuya kuştara kîmawî di 12.12.2016ê de bû, ya ko bêtir ji 100 sivîlî piraniya wan zarok û jin bûn, bûn qurbanî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî