Encumana Xwecihiya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, duh 26 Tîrmehê civînek li dar xist, li gor ku Yeşar Elî endamê ENKS ji me re diyar kir, 11 komît û endamên wan hatin helbijartin.
Elî navên komîtan ji me re diyar kirin, komîta rêvebir ji 3 endaman, Elî Ibrahîm weke serokê xwecihiyê hat hilbijartin – Komîta Têkliyan ji 5 endam – Komîta Hewarçûnê 6 endam – Komîta Civakî 6 endam – Komîta Darayî 3 endam – Komîta Tendurustî 3 endam – Komîta perwerdê 5 endam – Komîta Ragandinê 3 endam – Komîta rawêjkarî 6 endam – Komîta Xizmetkariyê 5 endam – komîta jin û guhdanê 2 endam.
Sebaret bi cihê ku kar û civatên xwecihiyê lê bibin Elî da zanîn ku ewê kar li hindir Kobanê û Tirkyê be jî.
Jêder: Hevbendî