Encûmena xwecihiya Kobanê ya Encûmena Niştimanî ya kurdî bang li welatiyan kir ku bîranîna çaremîn a salvegera komkujiya Kobanê ya di 25’ê cehzerana 2014’an de rû dabû siba roja sêşemê vejînin.
Di daxuyaniyê de xwecihiya Kobanê bang li xelkê hindir û dervey welat kir ku şeva roja duşemê li ser qad û kolan û avahiyan mûman vêxin .
Her wiha roja sêşemê demjimêr 11:00 sibê li ser rihê şehîdan bisekinin û piştre serdana gorên şehîdan bikin.
Encûmena Niştimanî ya kurdî berpirsyaretiya komkujiya Kobanê ku têde nêzîkî 600 sivîlî hatibûn kuştin û piraniya wan jin û zarok û pîr bûn xist ser milê PYDê.
Hêjaye gotinê ye ku gurûpek çekdar ya bi ser rêxistina DAIŞ a terorîst ve şeva 25’ê cehzerana 2014an derbasî bajêr bibû û komkujiya xwe ya kuştin û serjêkirinê pêk anîbû.
jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî