Duhî “Encûmena parêzgeha Reqê” biryara “rêveberiya xweser” ya ser bi milîsên PYDê ya terorîst ve ya ji bo tevlîkirina navçeya Girê Spî li nav “Herêma Ferat” red kir, ku ev biryar ji berê du rojan hatiye standin di çarçovê dubarekirina debaşkirina navçeyên di bin destê wê de li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê.
Ku ji aliyê milîsên PYDê ya terorîst sê herêm hatine ragihandin yek li Ferat û yeka din li Efrînê û ya siyan li herêma Cizîrê.
Serokê “encûmena parêzgeha Reqê” Seid Elşiwêş diyar kir ku ku encûmen dabeşkirinê red dike û herwiha ew daxwaza piştgiriya dewletên “Hevpeymaniya Navdewletî” û NY dikin, û bal kişand ser ku eger hewlên siyasî têk çûn ewê” neçar bibin” bo bikaranîna çekan ji bo parastina bajarên xwe.
Elşiwêş diyar kir ku sivîlên navçeyê piştgiriya vê dabeşkirinê nakin, û rêjeya gelê kurd li parêzgeha Reqê kêmtir ji 15%, lê ev yek bi hêza çekan tê sepandin, û diyar kir ku ev dabeşkirinên hatine sepandin ji aliyê “rêveberiya xweser” berî niha ji aliyê “rêxistina DAIŞê” hatibû kirin ji bo parçekirina welat û bajar û gundên derveyî Sûriyê tevlî wê bikin.
Elşiwêş bal kişand ku “rêveberiya xweser” riftar ligel xelkê wek “hevparên welat” nekiriye, berovajî ku riftar bi awayekî nijadperestî hatine kirin bi destdanîna li ser semanên wan û sepandina leşkeriya neçarî li ser ciwanên navçeyê.
Û bal kişand ser ku piştgirtina “rêveberiya xweser” şaşiyek mezin bû ji aliyê hêzên “Hevpeymaniya Navdewletî” ve, û ” tundrewiya netewî”, wek amajeyek bi milîsên PYDê, li şûna” tundrewiya olî” danîn, wek amajekirinekê bi rêxistina (DAIŞ)ê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Elheyat