Xwecihiyên Encumana Niştimanî ya Kurd helbijartinên kesayetiyên serbixwe li navenda xwe ya li parêzgiha Hesekê lidar xistin.
Di van helbijartinan de kesên serbixwe hatin destnîşankirin piştî danheva navên nûnerên rêxistinên rewşenbîran û yên civaka sivîl û hin saziyên din û tevlî kesên serbixwe yên dervî van saziyan.
Ciwan Ebdulbaqî endamê xwecihiya rojhilatî Qamişlo ji malpera me re diyar kir ku helbijartin bi şêweyekî durist û dîmuqratî û li gor biryara Emaneta Giştî ya ENKS û bê destwerdana partiyên siyasî hatin lidarxistin , tenê serbixweyên ku endamên xwecihiyan e çavdêrî li helbijartinan kirin.
Li ser eynî mijarê Mesûd Dawûd yê ku wek nûnerê bajarê Dirbêsiyê bo kongir hatiye hilbijartin got “helbijartin bi rengekî azad , bê tu astengî û piresgirêk û dûrî gendeliyê bi rêve çûn, serbixweyên Dirbêsiyê ez dam pêş û ez bi hêvî me karibim dengê wan bighînim kongirê ENKS.
Tê zanîn ku hin xwecihiyan ta vê gavê helbijartinên xwe li dar ne xistine mîna Amûdê û xwecihiya Qamişlo ya rojava.
Jêder : Hevbendî