Bi dehan penaberên Kurdên Sûrî îro înê 16.12.2016 derketin xwenîşandanekê ji bo piştevaniya xelkên Helebê, û diruşmên ji bo rizgarkirina sivîlan bilind kiribûn, û li ser nivîsandibûn: Heleb wêran dibe- Mirovantiyê li Helebê rizgar bikin- Ji Kurdistanê ev der Heleb e, û hin siloganên din ên bombebarana rêjîma Esed û Rûsiya li ser xelkên Helebê pirotesto dikirin.
Çalakvan Armanc Emîn, yek ji kesên ko xwenîşandan rêkxistin kiribûn got: “em komek çalakvanên Kurdên Sûrî ne, em îro li Hewlêrê derketine ji bo piştevaniya sivîlên ko li taxên Helebê yên rojhilat hatine dorpêçkirin, yên ko bi destê rêjîmê têne kuştin û taxên wan wêran dibin û bi kotekî wan koçber dikin. Em xortên Kurdên Sûrî hêj em li ser rêka şoreşê ne, dûr ji ramanên tundrew in, û me bang li rêkxistinên mafnasiyê û yên mirovî kir tako kesên mayî ji sivîlên bêçek rizgar bikin û xwînrêjiyê li Sûriyê rawestînin. ”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî